Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu bi minasebeta Mewlûdê Nebî peyamek weşand.

Yapicioglu di peyama xwe de wiha got: "Ez ji Xwedayê mezin hêvî dikim ku Şeva Mewlîdê ya ku salvegera hatina Hezretî Muhammed eleyhîsselame ku ji bo alema rehmetî hatiye şandin, ji bo temamê alema Îslamê û malbata însaniyetê bibe xêr û bereket.

Rêbertîya Wî, dinyayê ji tarîtîyê derxist, ji mezlûman re bû hêvî û edaletî tesîs kir.

Di vê heyama ku li hemû cîhanê zilm, bê edaletî û merhemetî serdest e, ji her demê zêdetir hewcedariya me bi hînkirinên Pêxemberê me eleyhîsselam heye.

Ez ji Xwedayê mezin hêvî dikim ku bi taybetî li Xezze, Turkistana Rojhilat, Sûriye, Keşmîr û li her devera ku zilm û îşkence berdewam dike, ev êş bi dawî bibe û zalimên qirker bi destên Misilmanan bên tunekirin.

Bila ev şev bibe wesîleya ku em ji bo şiyarbûn, vejîn û hejandinek giyanî û ji bo cîhanek ku dîsa rastî û edalet tê de serbikeve, xebatên me zêde bikin.

Bi vê hêviyê ez #MewlidaNebî ya tevahiya alema Îslamê bi hestên xwe yên ji dil pîroz dikim." (ÎLKHA)