Îşxalker, ji dema îşxalkirina bajarê Refahê li başûrê Xezzeyê, dagîrkeran deriyên sînor girtine, tevî hişyariyên rêxistinên mirovî û alîkariyê û daxwaza navdewletî ji bo vekirina deriyên ji bo rêgirtina li birçîbûnê, herêma Refahê û xalên derbasgeha Kerem Şalom kontrol dikin.

Bernama Xwarinê ya Cîhanî hişyarî dide ku 2 milyon filistînî li Şerîda Xezzeyê ya ku rastî êrişeke wêranker a îşxalkeriyê hatiye, bi bêewlehiya xurekê re rû bi rû ne û dilgiraniya xwe ji kêmbûna hecma operasiyonên alîkariyê bo Xezzeyê nîşan da.

Ofîsa Medyay ya Hikûmetê ev deh meh e li ser hev banga vekirina cihên derbasbûnê yên Refah û Kerem Ebû Salem, hatina alîkarî û kelûpelan û dawîkirina şerê qirkirinê yê berdewam e kir.

Ofîsê diyar kir ku aniha 3 hezar û 500 zarok ji ber kêmxwarinê û nebûna dermanên xwarinê bi mirinê re rû bi rû ne.

Wezareta Tenduristiyê diyar kir ku nêzî 20 hezar birîndar û nexweşên li Xezzeyê ji bo dermankirinê neçar mane biçin derveyî welat û ji ber ku hêzên dagirker deriyên sînor dagir kirine yek ji wan nikarin ji Şerîda Xezzeyê derkevin; Hat destnîşan kirin ku ev rewş jiyana bi hezaran kesî dixe metirsiyê. (ÎLKHA)