Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê der barê hejmara şehîd û birîndarên li Xezzeyê yên di êrişên siyonîstên îşxalker ku di roja 344emîn de berdewam dike de agahî da.

Li gorî vê yekê rejîma îşxalker di 4 qetlîamên 24 saetên dawîn de 64 kes şehîd kirin û 155 kes jî birîndar kirin.

Wezaretê destnîşan kir ku ji 7ê cotmehê vir va li Xezzeyê hejmara şehîdan derket 41 hezar û 182yan û hejmara birîndaran jî derket 95 hezar û 280an.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku hîna gelek qurbanî di bin kavilan de ne û li ser rêyan mane, lê rejîma îşxalker rê nedaye ku ambulans û tîmên berevaniya sivîl xwe bigihînin wan. (ÎLKHA)