9 êsîr, ji Derîyê Sînor a Kerem Ebû Salemê bi tevî wesayîtên Xaç a Sor ve gihaştin Xezzeyê û ji li wê derê jî sewqî Nexweşxaneya Ewrûpa ya Xezzeyê hatin kirin.

Çapemenîya mehellî, îfade kir navê êsîrên ku hatine tespîtkirin ev in: Muhammed Mahmud Abdûlfettah Abdûlnabî, Sûheyl Saîf El Dîn, Xalid Hatem Abdûlnabi, Samî Nabîh El Sufi û Muhammed Ramî Tafeş in.

Ji 7ê Cotmeha ku destpêka qirkirina li dijî Xezzeyê ye vir ve hêzên sîyonîstan li Xezzeyê bi hezaran mirovan êsîr girt.

Li gorî Daîreya Karên Êsîrên Berê û Êsîran îşxalkeran, ji Xezzeyê nêzê 2 hezar û 500 zilam û pîrekan di zindanên Sidi Teman, Antot, Ofer Askari û Negevê de digrin.

Van êsîrên ku derheqê wan de tu delîlek tinene dûçarê îşkenceyan dibin. (ÎLKHA)