Qeza, li navçeya Çêrmûkê pêk hat.

Li gorî agahîyan mînîbûsa ku di bin îdareya Ş.Ç. (55) de bû û karkerên çandinîyê di nav de bûn, 25 kîlometre ser rêya Çêrmûk-Sêwregê li nêzê gundê Axaçxanê pêk hat.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên 112, cenderme û îtfaîyeyê hatin sewqkirin.

Di encama qezayê de 11 kes birîndar bûn.

Mirovên birîndar bi ambûlansan ji Nexweşxaneya Dewlet a Sêwregê re hatin rakirin.

Hat hînbûn ku mirovên birîndar ji Ordûyê ji bo çandinîyê hatine Sêwregê.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)