Di hevdîtina ku di navbera Kalin û Serokê HAMASê de hatin kirin de; ji bo Xezzeya ku drameke însanî tê jîyandin, gavên ku bi çavan bêne dîtin werin avêtin hat nirxandin.

Hat diyarkirin ku di hevdîtinê de bal hat kişandin ku HAMASê di pêvajoya mizakereyê de tewreke baş û çêker nîşan daye, hat îfadekirin ku anîtina şertên nû yên rejîma îşxalker ji metna pêşnîyara ku ji teref NY ve hatîye destekkirin pêvajoyê dike nav zehmetîyê. (ÎLKHA)