Wezareta Çandinî û Geşepêdana Gundan ragihand ku ji ber Bagera Yagi ya li Vîetnamê û ji ber şimitîna axê û lehiyê heta niha 226 kes mirine û 104 kes jî winda bûne.

Hat ragihandin ku ji ber lehiya ku li gundê Nu yê wîlayeta Lao Caî ya herî zêde lê ketiye, 98 kes mirin. Li wîlayetê hêj 81 kes jî winda ne.

Hat ragihandin ku mirin li wîlayetên Cao Bang (43), Yen Bai (42) ve Quang Ninh (15) pêk hatine.

Li gorî daneyên Navenda Texmîna Meteorolojî-Hîdro ya Netewî, avên lehîya li Çemê Sor a li paytext Hanoyê, roja pêncşemê piştî nîvro pê ve hêdî hêdî ket bin pileya 2emîn û ji pileya hişyarîya 3yemîn jî ket bin hişyarîya 1emîn.

Navend, destnîşan kir ku li herêmên bakur hişyarî berdewam dikin.

Çavkanîyên herêmî diyar kirin ku li herêmê xebatên lêgerîn û xelaskirinê berdewam dikin û ew ê di demeke kurt de herêm bighêje îstîqrara xwe.

Li gorî xebera Vîetnam Newsê, alîkarîyên ku ji teref welatên hevpar û sazîyan ve hatine kirin, ji însanên ku ji lehî û axa herikî tesîrdar bûne re hatine gihandin. (ÎLKHA)