Pezeşkîyan, di çarçoveya zîyaretên xwe yên li Iraqê de li Herêma Kurdistanê bi Barzanî re hat cem hev.

Di hevdîtina ku li ser meseleyên Iraq û herêmî de gotûbejan hat kirin de, bal hat kişandin ku bila koordînasyona sîyasî, aborî û çandî ya di navbera Komarîya Îslam a Îranê û Herêma Kurdistanê de heye bê pêşvebirin.

Hat destnîşankirin ku Pezeşkîyan di vê hevdîtinê de Barzanî bi fermî dawetî Îranê kir.

Serokkomar Pezeşkîyan û rayedarên paye bilind ên Îranê, dema ku hatin Hewlêrê bi rayedarên Herêma Kurdistanê re ketin nav civînekî.

Pezeşkîyan vê sibe çû Hewlêrê û ji teref Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve li balafirgehê hatibû pêşwazîkirin. (ÎLKHA)