Medyayên mehellî ragihandin ku Sufyan Cewad Ebdulcevad (42) ji kampa El Fara di encama êrişa sekvanan de li sînga wî ketibû û şehîd bû.

Hat ragihandin ku Ebdulcewad bi giranî birîndar bûye û rakirine nexweşxaneya Tirkiyê ya li Tubasê û li wir şehîd bûye.

Îşxalkera nîvê şevê êrîşî kampê kirin û avêtin ser kampê, bi buldozerên dagirkeriyê derdora wê xera kirin û xetên avê qut kirin.

Dagirkeran her wiha bi awayekî ketûber avêtin ser hinek malan û li gelek herêmên kampa El Fara pevçûnên dijwar qewimîn.

Şervanên Berxwedanê karîn hêzên îşxalker û wesayîtên wan ên li kampê bi teqemeniyan hedef bigirin.

Di dema ku hêzên îşxalker li herêma Esrînê malek dorpêç kirin û gulebaran kirin, 2 ciwanên bi navê Mervan û Osama El Nebrîsî yên ji Haret El Tanak êsîr girtin. (ÎLKHA)