Koordînatorê Êlihê yê Platforma Nesla Quranê Ridvan Uzumcu, di daxuyanîya niviskî ya ku belav kir de hemû xelkê dawetî bernameya fînala perwerdehîya nimêjê kir, hat îfadekirin ku ew ê bername di 15ê Îlonê roja Yekşemê de di seat 14.00an de li ber Kullîyeya Camîya Necat Nasirogluyê bê tertîpkirin.

Uzumcu îfade kir ku ew wek Platforma Nesla Quranê dixwazin ku neslekî ku emrên Xwedê bicîhtînin, di wê neslê de hezkirina nimêjê hebe û jîyana xwe jî bi vê şeklê derbas bikin perwerde bikin, ji bo vêya jî ew gelek micadeleyê dikin.

Uzumcu destnîşan kir ku ew di vê çarçoveyê de bi taybetî îbadeta nimêjê girtine navenda xwe, ji bona ku di alîyê meddî û menewî de ji zarokan re nimêj bê hînkirin her sal perwerdehîya nimêjê didin.

“Ji bernameya fînalê re welatîyên me yên ji 7ê heta 70î hemû kes dawetkirî ne”

Uzumcu di berdewama axavtina xwe de îfade kir ku îsal di nav kêfeke xweş de ne ku ji hezaran zarokan re dersên nimêjê dane û wan hînê nimêjê kirine:

“Niha jî em di çarçoveya ku bû du hefteye bi şîara ‘Jîyan Bi Nimêjê Xweş Re’ de ji zarokên xwe re perwerdehîyê dabûn û di dawîya wê perwerdehîyê de 15ê Îlonê roja Yekşemê di seat 14.00an de li ber Kullîyeya Camîya Necat Nasirogluyê bi beşdarbûna zarokan bernameyek tertîp dikin. Em hemû gelê xwe dawetî vê bernameyê dikin. Bi taybetî em dixwazin ku bila dê û bav beşdarî bibin û ji Xwedê dixwaz dikin ku bila ev bernameya me bibe wesîleya xêrê.” (ÎLKHA)