Serokomarê Îranê Mesûd Pezeşkîyan ji Bexdayê veqetîya û çû Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê.

Serokomarê Îranê Mesûd Pezeşkîyan dê li Hewlêrê bi Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî re bicive.

Herwiha biryar e îro Serokomarê Îranê li Hewlêrê ligel hinek aliyên siyasî jî bicive û li ser bihêzkirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Îranê, danûstandinên bazirganî yên di navbera her du aliyan û çend mijarên din gotûbêjan bike. (ÎLKHA)