Guterres di peyama xwe ya ku li ser hesabê xwe yê Xê parve kir da destnîşan kir ku di êrîşê da 6 personelên Neteweyên Yekbûyî mirin.

Guterres bal kişand ku “Tişta ku li Xezzeyê qewimî bi tevahî nayê qebûlkirin.” û îfade kir ku îşxalkeran êrîşeke hewayî li ser dibistaneke UNRWA ku ji stargehekî re vegerîya ye û nêzê 12 hezar kes tê de diman, kir.

Guterres destnîşan kir ku divê ev binpêkirinên eşkere yên hiqûqa însanî ya navneteweyî tavilê bi dawî bibin. (ÎLKHA)