Li gorî daxuyanîya ku ji teref artêşa îşxalê ve hat belavkirin de li Refahê helîkopterekî leşkerî di dema tehlîyekirina birîndarekî de ketîye xwarê.

Hat destnîşankirin ku helîkopter di seat 00.32yan de ketîye xwarê.

Di encama bûyerê de li gorî diyarîyên ewil 2 îşxalker mirine, 7 îşxalker jî birîndar bûne.

Di daxuyanîya ku ji teref artêşa îşxalê ve hat belavkirin de tê îdîakirin ku sedema ketina helîkopterê ne çalakîya berxwedanê ye. (ÎLKHA)