Berdevkê artêşa rejîma îşxalker, daxuyand ku ew îhbarekî girtine ku li çarrêya Gîvat Assafa nêzê Ramallahê êrîşeke lêxistinê hatîye kirin û li herêmê dengê çekan hatîye bihîstin, hat destnîşankirin ku ew ê hurgilî paşê bêne belavkirin.

Çapemenîya îşxalê Qenal 14, daxuyand di operasyona ku li nêzê Ramallahê hat lidarxistin de îşxalkerekî mirîye û îşxalkerekî jî birîndar bûye.

Rojnameya Hayoma îşxalê jî, diyar kir ku şibhe tê kirin ku di nav qamyona ku di çalakîyê de hatîye bikaranîn de kemîn hebe û ji herêmê re pisporên bombeyê hatine sewqkirin.

Çapemenîya îşxalê, îfade kir Fîlîstînîyê ku çalakîyê bikaranîtîye li cîhê bûyerê şehîd ketîye. (ÎLKHA)