Pezeşkîyan, îro ji bo zîyareteke fermî a 3 rojî diçe Iraqê. Li ser daweta fermî ya Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şîya El Sudanî ew ê ev zîyaret bê kirin, di zîyaretê de bi Serokwezîr, Serokkomar, Serokê Meclîs û sazîyên darazê re hevdîtinên fermî bêne kirin û di vê zîyaretê re jî ew ê belgeyên hevkarî bêne îmzekirin û hat destnîşankirin ku ew ê Serokkomar bi mirovên Îranî û karsazên ku li Iraqê dijîn re jî hevdîtinek bike.

Hat ragihandin ku Pezeşkîyan ew ê di zîyaretê de bajarên Necef û Kerbelayê jî zîyaret bike. Hat diyarkirin wê Seorkkomar hinek projeyên li Basrayê ya fîrmayên Îranî jî zîyaret bike û li ser daweta fermî ya rayedarên Herêma Kurdistanê jî biçe Hewlêr û Silêmanîyê. (ÎLKHA)