Li gorî agahîyên ku hatine bidstxistin, li gundê Saxnîsa Kanî Reşê mirovekî, li ser zinaran hingivê zinaran kom dikir û di dema komkirinê de hevsengîya xwe winda kir û ji 30 metre bilindahîyê ket xwarê û canê xwe ji dest da.

Cenaze, ji teref ekîbên cenderme û AFADê ve hat dîtin û hat derxistin, dûre ji bona ku bê otopsîkirin ji Nexweşxaneya Dewlet a Kanî Reşê re hat rakirin.

Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)