Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, li alîyê Çinarlika Taxa Evrenuşagiya navçeyê di erdekî findiqan de bîra avê dihat vekirin, di encamê de ax herikî.

Hat diyarkirin ku di herikîna axê de Sabrî B. û Mustafa A. di bin axê de man.

Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re ekîbên AFAD, UMKE, cenderme û îtfaîyeyê hatin sewqkirin û ekîban dest bi xebatê kirin. (ÎLKHA)