Di daxuyanîya ku duh ji teref HUDA PARê ve hat dayîn de hat destnîşankirin kesên ku dixwazin bi qetilkirina Narîna biçûk ve meseleyê veguherînin provokasyon û kaosê hene û wiha hat gotin: "Daketina kesên ku dixwazin vê mijarê veguherînin provokasyon û kaosê li qadan rewşeke gelekî xeternak û xedar e. Em bang li raya giştî, rêxistinên sivîl û her kesê hesas dikin ku li hember van hewldanên xeternak û xerab hişyar bin.”

Ji HUDA PARê der barê daxuyaniyên provokatîf ên DEM Partiyê de hişyariyek nû hat.

Di daxuyaniya ku li ser hesabê medyaya civakî ya HUDA PARê hat dayîn de hat belavkirin, werê hat gotin, “Kuştineke hovane heye û zarokekî bêguneh ji jiyana xwe hatiye veqetandin. Hûn bi îsrar in ku #Narîna me ya ku her kesî di vê êşê de yek kir, bi derew û îftirayên xwe bikin mijara îstîsmara siyasî.

Rêya ku hun diçin, ne rast e, dev jê berdin.” (ÎLKHA)