Komek jin bi pêşengiya Komeleya Jinan a Aksa, ji bo welatiya Tirk a welatiya Emerîkî Ayşenur Ezgi Eygi ku li Şerîeya Rojava ji aliyê rejîma îşxalê ve hat qetilkirin, li ber Mizgefta Ûskudar Şemsîpaşa kom bûn.
Di çalakiya protestoyî ya ku turîstên xwecihî û biyanî yên ji ber peravê re derbas dibûn piştgirî hat dayîn, li dijî rejima îşxalker û Emerîkayê û ji bo gelê Filistînê slogan hatin qîrkirin.
Li ser navê jinên kombûyî Seroka Komeleya Jinan a Aksayê Mûyesser Yagiz axaftinek kir.
“Ayşenûr keça me ye, ji me ye”
Yagiz wisa dest bi axaftina xwe kir, “Ayşenûr Ezgî; ji Antalyayê ye, li Elmanyayê hat dinyê, li Emerîkayê mezin bû lê ji însaniyet û îslamiyeta ku derûniya wê pêk dianî qet bîr nekir. Ne got ‘çi ji min re’, bi lez çû Filistînê. Tiştek hebû ku ji di dilê wê de wê xemgîn dikir; weke hemseferê xwe Rachell Corrîe got “zulm ji me be, ez ne ji me me” û bi lez çû Filistînê. 2 roj berê li Şerîaya Rojavaya Filistînê ji teref sekvanên îsraîlî ve ji ber ku darên zeytûnê diparast, tenê li hember rêxistina terorê ya rejîma îşxalê disekinî hat hedefgirtin. Ayşenûr keça me ye, ji me ye.”
“Her roj bi sedan Narîn tên kuştin, her roj bi sedan Narîn di zindanên îsraîlê de rastî tecawuzê tên”
Yagiz got meseleya Filistînê meseleya însaniyetê ye û dewam kir:
“Em bîr nekin, 11 meh çêbû. Binêrin em îro pîr xemgîn dest bi rojê kirin. Mixabin mijareke pir kedernak e, li Diyarbekirê ceseda keça me ya Narîn hat dîtin, dilê me dişewite lê em vêya bîr nekin; li Filistînê ev 11 mehe ji zêdeyî 100 hezarî şehîd hene. Her roj bi sedan Narîn tên kuştin, her roj bi sedan Narîn di zindanên îsraîlê de rastî tecawuzê tên. Bi copan îşkence tên kirin zilaman. Ka însanetî li kû ye?”
“Ey yên ku dest ji bazirganiyê bernadin û hevkariyê didomînin, bîe nekin wê ku dîrok we bi herfên reşik binivîsîne”
Yagiz bertekê tund ji îddiayên dewama kirina bazirganiye bi rejîma îşxalê re nîşan da û got, “li dijî îşxalê bazirganiyê bidin sekinandin. Li dijî îşxalê hevkariyê bidin sekinandin. Qehr be Emerîka, qehr be îsraîl û her kesê ku bi îsraîl re hevkariyê dike. Ez ji vir bang li hemû rayedar û siyasetmedaran dikim; Di dîrokê de wê weke lekeyek reş bê bibîranîn. Helbet wê ev şer biqede, helbet wê ev zilm biqede. Û em bawer dikin, em wek Ayşenur Ezgi bawer dikin; Gelê Filistînê, gelê Xezzeyê wê azad bibe. Lê yên ku dest ji bazirganiyê bernadin û hevkariyê didomînin, ji bîr nekin ku dîrok wê we bi herfên reşik binivîsîne, dîrok we xirab bi bîr bîne. Hemû kesên ku li dijî vê zilmê dengê xwe dernexin wê hesab bidin.” (ÎLKHA)