Di daxuyanîya ku ji teref Cemîyeta Êsîrên Fîlîstînê ve hat belavkirin de hat îfadekirin ku rejîma sîyonîst, li bajarên Ramallah, Kalkîlya, Tulkerîm, Nablus, El Xelîl û Beytullahîmê êrîşî hinek malan kir.

Di encama êrîşa îşxalkeran de 12 Fîlîstînîyên dinê jî hatin desteserkirin.

Komîsyona Minasebetên Êsîrên Berê û Êsîran û Klûba Êsîrên Fîlîstînî, daxuyandin ku ji 7ê Cotmehê vir ve hejmarê Fîlîstînîyên ku hatine desteserkirin derhet 10 hezar û 500 kesan. (ÎLKHA)