SANAya Ajansa Xeber a Rejîma Sûrîyeyê, daxuyand ku rejîma sîyonîst a îşxalker li Hamayê hinek gund û bajara Masyafê hedef girt.

Di nûçeyê de weha hat îfadekirin, “sîstemên me yên parastina hewayê hinek fuzeyên dijmin xistin xwarê.”

Hat destnîşankirin ku di encama êrîşê de 5 kes mirin, 19 kes jî birîndar bûn.

Rejîma îşxalker a sîyonîst, ji sala 2011an vir ve li Sûrîyeyê êrîşan li dar dixe.

Îşxalkeran, ji serê salê vir ve herî kêm 180 caran êrîş li dar xistîye. (ÎLKHA)