Şilîya ku li Fasê tesîrdar bû başûrrojhilata welat kir bin tesîra xwe û bû sedema lehîyê.

Ji ber sedema lehîyê 10 kesan canê xwe ji dest dan, herî kêm 15 kes jî hêj winda ne.

Serokê Şaredarîya Bajaroka Temnaratê ya ku girêdayê wîlayeta Tatayê ye Omer Behûş, destnîşan kir ku li bajarokê ji ber şilîya zêde hinek  herêm di bin avê de man, ji ber lehîyê jî li bajaroka Temnaratê nêzê 10 xanî hilweşîyan. (ÎLKHA)