Wezîr Yerlîkaya li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek parve kir, îfade kir ku li dijî endamên PKKê operasyonên Gurz-13 hat lidarxistin.

Hat destnîşankirin ku di Koordînasyona Serokatîya Îstîxbarat û Serokatîya Daîreya TEM a Midurtîya Giştî ya Ewlehîyê; ji teref Midurtîya Şûbeya TEM a Midurtîya Ewlehî ya Bajêr ve bi tevî Entelya, Êlih, Entab, Edîrne, Erzîncan, Colemêrg, Stenbol, Mêrsîn, Mûxla, Riha û Wanê li 12 bajaran operasyon hatin lidarxistin û 33 şikdar hatin binçavkirin.

Yerlîkaya, îfade kir ku di encama operasyonan de gelek amûrên dîjîtalî hatin bidestxistin. (ÎLKHA)