Kabîneya Serokkomarîyê, îro ew ê di bin serokatîya Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan de bicive.

Tê texmînkirin ku ew ê civîna ku li Beştepeyê bê kirin di seat 15.00an de bê tertîpkirin.

Di civîna kabîneyê de ew ê meseleyên nav welat û derveyê welat û rewşa dawîn a aborîyê jî bê bidestxistin.

Bi taybetî tê texmînkirin ku berîya civînê ew ê di rojevê de, operasyonên ku li rojava û Herêma Kurdistanê têne kirin û encamên van operasyonan hebin.

Hat diyarkirin ku berîya civînê ew ê meseleya aborîyê bê axavtin. Hedefên 3 salî ya ku di 5ê Îlonê de bi navê Bernameya Wadeya Navîn hatibû diyarkirin bêne nirxandin.

Di rojevê de kar û îstîqrara fîyetan jî bêne axavtin.

Hat ragihandin ku ew ê li hember teşebûsa belavkirina gengeşîyê ya ku bireveberîya Netenyahuyê dixwaze li herêmê belav bike jî çi tedbîr bêne sandin wê bê axavtin, xeyn ji vêya ew ê şandina alîkarîyan a ji Fîlîstînê re jî bêne bidestxistin.

Piştî civînê ew ê Serokkomar Erdogan ji gel re biaxive. (ÎLKHA)