Ji ber barana zêde ku bandor li başûrê rojhilatê Fasê kir, lehî rabû.

Hat diyarkirin ku ji ber lehiyê 10 kes mirin û herî kêm 15 kes jî winda bûn.

Şaredarê Bajaroka Temnarat a Tata Omer Behuş jî diyar kir ku ji ber barana zêde hin deverên bajêr di bin avê de man û li bajarokê Temnaratê jî ji ber lehiyê nêzî 10 xanî hilweşiyan. (ÎLKHA)