Qeza li navçeya Oguzelîya Entabê li nêzî Taxa Yakacikê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin kamyoneta ku karkerên zireatê tê de bûn li wesayîtekê qelibî û ji kontrolê derket. Di encama qezayê de kesek canê xwe ji dest dan û 22 kes jî birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexwşexaneyan û derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)