Hizbullahê di daxûyaniya xwe de diyar kir ku li bersiva êrişên rejîma îşxalker a sîyonîst li ser malên sivîlan, bi taybet êrişên vê dawiyê yên ser herêma Ceneol a Libnanê, ji bo piştgiriya ji xelkê Xezzeyê, navenda "Cebel Niriye" bi mûşekên Katyûşa kir hedef.

Li gorî daxuyaniyê, navenda Cebel Niriye niha navenda tabûra Golanî ya rejîma sîyonîst e. Hizbullahê doh daxuyaniyek dabû û diyar kiribû ku avahiyên baregeha leşkerî ya "Mayan Baruh", kampa "Zubeydîn" û kampûsa "El-Mutalla" ya ku ji aliyê leşkerên rejîma sîyonîst ve tên bikaranîn, bi balafirên bêînsan û mûşekan hatine êrîşkirin. (ÎLKHA)