Qeza doh li nêzî Hathras ê 384 kîlometre li bakurê rojavayê Lucknow, paytexta Uttar Pradesh pêk hat.

Li gorî medyaya welat, otobusa rêwîyan dema ku dixwest ji mînîbusa li pêşiya xwe derbas bibe, li mînîbusekê qelibî.

Di qezayê de jin û zarok jî di nav de 17 kes mirin û 16 kes jî birîndar bûn.

Serokê Uttar Pradesh Yogi Adityanath telîmat da rayedarên navçeyê ku alîkariya mexdûran bikin. Her wiha emir da ku 2 hezar û 381 dolar alîkariya aborî ji bo malbata her kesê kuştî û 595 dolar jî bo her birîndarekî di qezayê de were dabînkirin.

Qezayên kujer ên rê li Hindistanê ji ber bargiraniya zêde, şert û mercên rê yên xirab û ajotina bêhiş bi gelemperî ne.

Rayedaran diyar kirin ku her sal li giştîyê Hindistanê di encama qezayên trafîkê de 150 hezar kes dimirin. (ÎLKHA)