Wezareta Karên Derve yê Efxenistanê, derheqê biryara Hikumeta Qirxizistanê ya derxistina “Tevgera Talîban” ji lîsteya qedexekirî de daxuyanîyeke kêfxweş parve kir.

Di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku ev biryar ku ji bo siberojê hatîye dayîn gaveke muhîm e, bal kişand ku ev ji bo welatên dinê jî nîşana “rûmet û naskirina hemberî” ye.

Ev biryar di demeke ku ji Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re teklîfa derxistina Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê ji lîsteya reş hatîye dayîn de hat girtin û ji ber vê yekê balan kişand.

Tê diyarkirin ku Rûsya di demeke nêz de rêyeke ewakî bişopîne, ev mesele tê şîrovekirin ku ji bo Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê veguhertina nêrîna navneteweyî sînyalek e.

Di daxuyanîya ku ji teref Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê ve hatîye dayîn de weha hat gotin:

“Wezareta Karên Derve yê Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê, biryara Hikumeta Qirxizistanê ku navê Tevgera Talîbanê ku bi Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê ve tê binavkirin ji lîsteya komên qedexekirî derdixe bi teqdîr û memnûnîyetê pêşwazî dike.

Ev gava ku Qirgizistan avêtîye û li gorî çalakîyên welatên dinê ye, îfade dike ku Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê hem herêmî hem jî di navneteweyî de wek sîyasî tê naskirin û astengîya qewetbûna dualî ya di navbera welatên dinê û Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê de ji holê radike.” (ÎLKHA)