Êrîşên rejîma îşxalker a sîyonîst a li Xezzeyê bênavber berdewam dike.

Li gorî xebera WAFAyê îşxalkeran, li herêma Cîbalîyeya bakurê Xezzeyê li dijî Dibistana Halîma Es-Sadîyayê bi balafirên bêînsan yê hewayê êrîş li dar xist, di encama êrîşê de 8 Fîlîstînîyan şehîd kir û 15 Fîlîstînîyan jî birîndar kir.

Di êrîşa ku li rojavaya Kampa Penaberên Nuseyratê li dijî malekî hat lidarxistin de 5 kes şehîd bûn û cenazeyên wan ji Nexweşxaneya Şehîdên el-Aqsayê re hatin anîtin.

Hat îfadekirin ku di êrîşên li dijî Taxa Zeytûnê, Xan Yûnisê, Kau’l-Kureyn û En-Nasrê de şehîd û birîndar hene.

Di êrîşa ku ji serê sibeha roja Înê hatîye destpêkirin heta niha de herî kêm 37 Fîlîstînî şehîd bûn.

Hat ragihandin di encama êrîşan de 6 hezar û 715 jê zarok, 11 hezar û 308 jê pîrek tev de 40 hezar û 878 Fîlîstînî hatin qetilkirin.

Hejmarê birîndaran jî derket 94 hezar û 454 kesan. (ÎLKHA)