Li gorî daxuyanîya ku ji teref Wezareta Parastin a Netewî ve hat belavkirin, di 2yê Îlonê de li herêmên Metîna, Zap, Gare, Xwakurk, Qendîl û Asosê operasyona asîmanî hat lidarxistin.

Li gorî diyarîyên ewil di encama operasyonê de herî kêm 20 PKKyî hatin kuştin.

Hat îfadekirin ku xeyn ji vê agahîyê li herêma Hakurkê jî 7 endamên PKKê hatin kuştin.

Bi tevî vana di nav 4 rojan de hejmarê PKKyîyên ku li Herêma Kurdistanê hatine kuştin derketîye 27an. (ÎLKHA)