Hat ragihandin di 24 seatên dawî de li Xezzeyê 42 Filistînîyên din jî hatin şehîdkirin.

Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê yê Xezzeyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin siyonistên terorîst û îşxalker di 24 seatên dawî de çendîn êrîş û qetlîaman kirin ku di van êrîşan de 42 kes şehîd bûn û 107 kes jî birîndar bûn.(ÎLKHA)