Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji ber barana zêde ku ev çend roj in bênavber dibarin li çend herêmên Fîlîpînan lehî rabû û hezaza axê pêk hat. Ji ber lehî û hezazê heta niha 15 kes mirin û 21 kes jî winda bûn.

Derbarê mijarê de ji teref Dîrektorê Xizmetên Operasyonê yê Ofîsa Parastina Sîwîl ê Fîlîpînan  Cesar Idîo ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Idîo di daxuyanîya xwe de got ku ji ber lehî û hezazê 450 hezar malbat ango nêzî 1.7 milyon însan tesîrdar bûn ku ji van 89 hezar kes li wan cihên ku ji teref dewletê ve hatibûn amadekirin hatin bicîkirin.(ÎLKHA)