Qeza, li navçeya Avşînê pêk hat.

Li navçeya Avşînê mînîbûsek li traktoreke ku li ser rêya Avşîn-Sarîzê diçû ji sebebek nedîyar li hev qelibîn.

Li ser agahdayînê ekîbên tendirustî, cendirme û îtfaiyeyên hatin sewqkirin li cihê bûyerê.

Di qezayê de 10 kes birîndar bûn.

Birîndar, bi ambûlansan hatin rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Avşînê.

Derheqê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin. (ÎLKHA)