Di êrîşên ku duh bi şev li herêmên cuda yên Şerîda Xezzeyê hatin kirin de şehîd û birîndar hene. Dagirker êrîşên xwe yên li ser Şerîda Xezzeyê di roja 334an de didomînin û di roja 334an de jî gel birçî û tî kirin ku ev jî dibe sedema felaketeke mezin a însanî.

Artêşa îşxalker malek li Taxa Ed-Durc a bajarê Xezzeyê ya li bakurê Şerîda Xezzeyê bombe kir. Li gorî agahiyên destpêkê di êrîşê de kesek şehîd bûye û gelek kes jî birîndar bûne.

Balafirên şer ên îşxalkeriyê li taxa Es-Sahabe ya Xezzeyê çardaxa ku malbatek tê de bû bombe kir û di êrîşê de 4 kes birîndar bûn.

Îşxalkeran li taxa Zeytûnê li başûrê bajarê Xezzeyê bi dehan xanî bi teqemeniyan teqandin.

Li ser malên li Tel-Hawa û Zeytûn ên bajarê Xezzeyê bi wesayitên leşkerî yên bi pêgerên hewayî yên bêmirov (ÎHA) ve êrîşeke dijwar hate lidarxistin.

Topxaneyên îşxalê her wiha bi topên giran kampa Nuseyrat û beşên bakur ên navenda Xezzeyê û bajarokên Xan Yûnis û Refaha li başûrê Xezzeyê topbaran kirin. Di êrîşan de şehîd û birîndar çêbûn. (ÎLKHA)