Qeza di seet 22.00an de li Îmranli ya navçeya Sêwasê pêk hat.

Otobûsa rêwîyan a kû ji Enqereyê ber bi Wanê ve diçû, li herêma Kemreluya girêdayî navçeya Îmranliya rêbeja Sêwas-Erzînganê ji ber winda kirina hakimiyeta direksîyonê qulipî.

Li ser agahdayînê ekîbên tendirustî, cendirme, polîs, îtfaiye û AFADê hatin sewqkirin li cihê bûyerê.

Di qezayê de 24 kes birîndar bûn.

Birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexwşexaneyên derûdorê.

Derheqê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin. (ÎLKHA)