Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) hêjmarên Endeksa Bihayê Serfkaran (ÎÇP) ya meha Tîrmehê eşkere kir.

Endeksa Bihayê Serfkaran di meha Tîrmehê de ji sedî 2,47 zêde bû, li gorî salane ji sedî 51,97 zêde bû.

Bi zelalbûna reqemên enflasyonê yên meha Tebaxê re rêjeya zêdekirina kirê ya meha Îlonê jî eşkere bû.

Li gorî vê yekê xwediyên mal û kargehan ku peymana wan di vê mehê de diqede dê karibin kirêya xwe ji sedî 64,91 zêde bikin.

Sînorê zêdekirina ji sedî 25 ji bo zêdekirina kirê di meha Tîrmehê de qediya.

Meha par di meha tîrmehê de sinorê zêdekirina kirê ji sedî 65,93 bû. (ÎLKHA)