Barana ku roja şemiyê dest pê kir û heta roja yekşemê berdewam kir, li gelek herêman lehî rabû û çûnûhatina bejahî û rêyên hesinî asteng kir.

Li gorî medyaya welat, herî kêm 15 kes li Telangana û 12 kes jî li Andhra Pradeshê mirin.

Li herdu wîlayetan çem herikî û lehî rabû.

Tîmên rizgarkirinê bi hezaran kes ji deverên lehiyê derxistin û birin kampên alîkariyê.

Tora rêyên hesinî ya navendî ya başûr ji ber lehiyê li gelek nuqteyan û rêyên binavbûyî zêdetirî 100 trên betal kirin û gelek trên beralî kirin. (ÎLKHA)