Hecî Eymen Raceh Abed (55) danê vê sibehê piştî ku ji mala xwe ya li bajarokê Kefer Dan ê rojavayê bajarê Cenîn ê li bakurê Şerîeya Rojava ya îşxalkirî hate êsîrgirtin, şehîd bû.

Heyva Sor a Filistînê di daxuyaniyeke kurt de diyar kir ku wan termê girtiyekî şehîd ku temenê wî di temenê pêncî salî de ye, li xala kontrolê ya leşkerî ya Selîm wergirtine û li ser termê wî şehîd nîşanên îşkenceyê hene.

Ekîbên tenduristiyê jî destnîşan kirin ku li ser cenazeyê şehîd Abed ê ku ji aliyê tîmên Heyva Sor ve rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cenînê, şopên îşkenceyê hatin dîtin.

Midûrê Nexweşxaneya Dewletê ya Cenînê Wissam Bakr di daxuyanîya xwe ya ji bo Ajansa Nûçeyan a Wafayê de diyar kir ku cenazeyê Abed bi kelepçeyan hatiye nexweşxaneyê û şopên îşkenceyê hene.

Xizmê şehîd Eymen Taha tekez kir ku şehîd îro danê sibê piştî serdegirtina mala wî êsîr hatîye girtin û di hundirê malê de rastî lêdan û îşkenceyên giran hatîye û di encamê de şehîd bûye. Taha destnîşan kir ku nexweşî û pirsgirêkeke wî ya tenduristiyê giran nîne û rewşa wî ya tenduristiyê baş e. (ÎLKHA)