Li gorî çavkanîyekî Yemenî û li gorî sazîya Neteweyên Yekbûyî  ji ber baranên zêde li gelek herêmên Yemenê gelek lehî rabûn ku ji roja yekşemê pêve hejmara kesên ku ji ber lehîyan canê xwe ji dest dane derketiye li ser 150 kesan.

Komîsertîya Bilind ê Pênaberan ê Neteweyên Yekbûyî jî derbarê mijarê de diyar kir ji ber lehîyan binesazîya welêt zirar dîtîye û erdên çandinîyê jî di bin avê de mane.(ÎLKHA)