Derbarê mijarê de ji teref Cemîyeta Êsîrên Filistînî ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin rejîma siyonist li Quds, Ramallah, Tulkerîm, Nablus û Erîhayê bi ser bi dehan malan de girt û herî kêm 36 Filistînîyan desteser kir.

Kluba Êsîrên Filistînî û Komîsyona Pêwendîyên Bi Êsîran û Êsîrên Berê re jî derbarê mijarê de diyar kirin ji 7ê Cotmehê ya sala 2013yan vir ve 10 hezar û 400 Filistînî hatin desteserkirin.(ÎLKHA)