Derbarê mijarê de ji teref rejîma siyonist ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin cesedên 6 êsîran li bajara Refahê di tunelekê de hat dîtin.

Hat diyarkirin yek ji êsîrên ku cesedê wî hat dîtin Hers Goldberg-Polînê Amerîkayî ye ku ew bi eslê xwe Yahûdî ye.

Hat diyarkirin navên êsîrên din ên ku cenazeyên wan hat dîtin “Carmel Gat, Eden Yerushalmi, Alexander Lobanov, Almog Sarusi û Ori Danino” ye.

Îşxalker heta niha 37 êsîran bi mirî bi dest xistin.

Tê diyarkirin hêj di destê HAMASê de 97 êsîr hene.(ÎLKHA)