Namzedên ku berî niha ji beşên pêşlîsan ên zanîngehan mezûn bûbûn ji bo karibin bibin memûr beşdarî rûniştina KPSS pêşlîsansê bûn.

Îmtîhan li 81 bajaran û li Lefkoşayê hat tertîpkirin. 1 milyon û 205 hezar û 899 kes ji bo îmtîhanê serî lê dan. Îmtîhan di seat 10.15an de dest pê kir û 12.10an de qedîya.

Ew ê encamên îmtîhanê di 30ê îlonê de bên aşkerekirin.(ÎLKHA)