Derbarê mijarê de ji teref Rêxistina Tenduristîyê yê Cîhanê   ve li ser medyaya civakî daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin ew ê li Deyr el Belahê zarokên ku nû hatine dinyayê heta yên 10 salî ew ê bên vaksînkirin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin ew ê kampayaya vaksînê heta 4ê îlonê berdewam bike.

Ofîsa medyayê ya hikûmeta Xezzeyê jî derbarê mijarê de diyar kir ew ê kampanya piştî Deyr el Belahê li Xan Yunus û Refahê jî berdewam bike.(ÎLKHA)