Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan di merasîma wergirtina dîplomayê û radestkirina alê de li Akademiya Deryayî ya Zanîngeha Parastina Neteweyî beşdar bû û axaftinek kir.

Erdogan di bernameyê de axivî û wiha got:

“Kesên ku rexne li danûstandinên me yên bi cîranên me Iraq, Îran, Sûriye û Filistînê re ku 4 sed sal di bin desthilatdariya me de bû, dikin, ger ku niyeta wan a xerab tunebe jî, nezan in. Pirskirina ku Tirkiye li Sûriye, Iraq û Qeterê çi dike, bi tevahî bêhişî ye.

Ji xeynî vê her rêbazek wê bi kêrî Tirkiyeyê neyê, wê zirarê bide Tirkiyeyê û ji hevkêşeyê derxîne. Ji ber wê em ne mecbûrin kû di navbeyna YE û RHŞyê de hilbijartineke bikin. Berevajî vê, divê em hem bi van rêxistinan re hem jî bi rêxistinên din re têkiliyên xwe li ser esasê qezenckirinê pêş bixin. Ev 22 salên dawî me her tim wisa hereket kir.

Dema ku têkiliyên xwe yên bi erdnîgariyên cuda re pêş dixist, me bi nêzîkatiya 'miletê me wê çi bêje', ne bi meraqa 'yên din wê çi bêjin' polîtîkaya xwe diyar kirin. Ji niha û pê ve jî em ê rêya xwe bi vî rengî bidomînin. Em ê li Welatê Şîn ku jê re çîrok tê gotin heta dawiyê mafên xwe biparêzin. Em destûrê nadin ku mafên birayên me yên Tirkên Qibris bên binpêkirin. Li Ege, Deryaya Reş û Rojhilatê Deryaya Spî ji bo berjewendiyên Tirkiyeyê çi pêwîst bike, em ê bi biryarî û ezmê, bêyî ku destûr ji kesî werbigirin emê bikin.” (ÎLKHA)