Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku Emced Mustafa Îbrahîm Salih û Mustafa Emîn Talal Abdullah di êrîşên artêşa dagirker a li ser Cenînê de hatin qetilkirin.

Hat diyarkirin ku ekîban hewl dan xwe bigihînin herêma ku 2 Filistînîyên kuştî lê diman, lê leşkerên îşxalker rê li ber wan girtin.

Hat diyarkirin ku di encama gulebarana îşxalkeran a li bajaroka Es-Sile el-Harîsîyye ya dikeve rojavaye Ceninê de yek ji xebatkarên Heyva Sor a Filistine bi şarapnelan birindar bû û 2 kes birindar bûn ku. Her wiha yek ji wan zarokê ku gule li serê wî ket, 2 birîndar jî hatin sewqkirin nexweşxaneyê.

Ajansa nûçeyan a Filistînê WAFA diyar kir ku artêşa îşxalker Filistîniyên li Cenînê dijîn wek mertalên zindî bi kar tîne û ragihand ku li rojhilatê Cenînê gelek Filistînî hatin binçavkirin. (ÎLKHA)