Di daxuyaniya ku ji teref HAMASê hat kirin de wisa hat gotin:

“Operasyona dualî ya ku îşev li nêzî "Gush Etzion" û "Karmei Tzur" ên li bakurê El Xelîlê hatin lidarxistin, peyameke zelal e ku heta êrîşên dagirkeriyê gelê me û erdê me dike hedef, wê berxwedan berdewam bike û belav bibe.

Ev operasyonên bi nirx ji ber ku li Xelîl El-Rahmana li başûrê Şerîaya Rojava pêk tên û di vê dema hestiyar de ku em dibin şahidê êrîşên îşxalkeriyê yên li dijî parêzgehên bakurê li Şerîda Xezzeyê û komkujî û qirkirinê de, xwedî girîngiyeke sembolîk in.

Ev operasyon nîşan didin ku îşxalkerî nikare ti parçeyek ji welat tecrîd bike û berxwedana leheng a gelê me yê li Şerîaya Rojava wê dagirkeriyê her tim û li her derê sosret bike.

Ev operasyona qehremanane dide xuyakirin ku sîyonîst nikarin ewlehiya xwe li ser xaka me pêk bînin û wê derbeyên girantir ji berxwedana me ya leheng bixwin.

Em bang li gelê xwe û berxwedana xwe dikin ku ji bo pêşîgirtina li dagirkeriyê, pûçkirina êrîş û planên wê yên xerab, li ber xwe bidin û bersivê bidin sûcên îşxalkeriyê.

Çapemeniya rêjîma dagirker ragihandibû ku di encama êrişa bi otomobîleke bombekirî û çekdarî de ku îşev li nêzîkî komelgeha Guş Etzion û bajarokê Carmei Tzur li bakurê El Xelîlê pêk hat, herî kêm 4 kes birîndar bûne. (ÎLKHA)