Bûyer li seet 2.30ê şevê pêk hat.

Ji teref kesên ne dîyar ve li dijî Nexweşxaneya Dewletê ya Bahçelîevlerê êrîşa biçek hat kirin.

Di encama êrîşê de polîsê nexweşxaneyê, cendirmeya nexweşxaneyê, personelê ewlehiyê û 2 refaqetvan birîndar bûn.

Derheqê bûyerê ji Walîtîya Stenbolê daxuyanî hat belavkirin.

“31ê Tebaxa 2024an roja Şemiyê saet di 02.50an de li hemberî kesên li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Bahçelîevlerê disekinin êrîşa çekdarî pêk hat.

Di gulebarana êrîşkarên ku bi wesayitekê hatin cihê bûyerê de 5 kesên ku di nav wan de polîsek, personelê cendirmeyê, personelê ewlehiya û 2 sivîl jî hene birîndar bûn. Birîndar tên dermankirin, xetereya birînên wan tune ye.

Dema êrîşkar bi wesayita ku tê de ji cihê bûyerê reviyan, wesayîta ku di êrîşê de hatibû bikaranîn li Yenîbosnayê terikandî hat dîtin. Lêpirsîna mezin a ji bo girtina van kesan hat destpêkirin berdewam dike.” (ÎLKHA)