Wezîr Tunç di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da wiha got:

“Daxuyaniyên di hin cihên weşanê û hesabên medyaya civakî de hatine ragihandin ku dibêjin 2 Sûriyeyiyên ku ji ber amadekirina dîplomeyên sexte di Wezareta Edaletê de hatine girtin, ne rast in û ji bo dezenformasyonê ne.

Z.B.yê ku yek ji kesên navborî tine qeyda wî ya sûc tune ye û piştî ku welatîbûnê wergirt di sala 2024an da di lîsteya pisporan a Serokatiya Komîsyona Edlî ya Edeneyê da wek wergêrvan hat qeydkirin. Herwiha ev kes ne personelê Wezareta Edaletê ye.

Ji bo kesê din B.H jî qerara mehkûmiyetê hatiye dayîn lê ev kes weke îdiayan serlêdanên lîsteya pirporan tune ye.

Der barê kesên ku li ser hesabên xwe yên medyaya civakî parvekirinên derewîn bi sûcê 'bi eşkereyî agahiyên şaş belav dikin' lêpirsîna bi erka fermî hat destpêkirin. (ÎLKHA)