Qeza li Taxa Axilyazi ya navçeya Battalgaziyê pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin motora tevrikê ya Orhan Acarê ku dixwest ji rêya hesinê derbas bibe li trêna barhilgir a bi hejmara D33003 ya ku ji Meletîyê diçû Elezîzê qelibî.

Li ser agahdarkirinê ekîbên tenduristiyê, îtfaiye, AFAD, UMKE û cendirme hatin sewqkirin herêmê. Leyla Acar li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da, ajokar Orhan Acar û zarokên wî Esma û Muaz Acar birîndar bûn.

Birîndar bi ambûlansê hatin rakirin nexweşxaneyê. Ji zarokên birîndar Esma û Muaz Acar ên ku rewşa wan giran bû, tevî hemû mudaxeleya bijîşkan nehatin rizgarkirin û jiyana xwe ji dest dan.

Tedawiya Bav Orhan Acar li nexweşxaneyê didome. Der barê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin. (ÎLKHA)